Li Silêmaniyê di Depoya Sotemeniyê de Teqîn: 18 Kes Birîndar Bûn

Li parêzgeha Silêmaniyê ya Herêma Kurdistanê, di depoyeke berhemên neftê de agir derket û li dû hev teqîn rû dan. Di rûdanê de herî kêm 18 kes birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li devera pîşesazî ya Tanyaro ku dikeve parêzgeha Silêmaniyê li Herêma Kurdistanê, şeva duşemê agir berekî mezin da depoyeke taybet a sotemeniyê. Bi belavbûna agir re, di nav depoyê de teqînên mezin û li dû hev çêbûn ku tirs û fikareke mezin çêkir.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Silêmaniyê, Hêriş Selîm, ragihand ku di encama teqîn û şewatê de 18 kes birîndar bûne. Selîm da zanîn ku di rûdanê de tu ziyanên canî çênebûne û birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyan.

Piştî rûdana teqînê, tîmên agirkujiyê û parastina sivîl rasterast gihîştin cîhê bûyerê û dest bi xebatên vemirandina agir kirin. Hêzên ewlehiyê yên herêmê ji ber metirsiya teqînên nû û dûmana jehrî, daxwaz ji welatiyan kirin ku ji devera pîşesaziyê dûr bikevin. Hat diyarkirin ku ji ber ku depo ji taxên niştecihbûnê dûr e, karesateke mezintir çênebûye.

Lêkolînên li ser sedema şewatê berdewam dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye