Desthilata Îranê 3 girtiyên Kurd bi darve kir

Îro sibehê desthilata Îranê 3 girtiyên Kurd bi darve kir. Beriya ku wan bidarvebike jî nehiştin ew girtî xatirê dawî ji malbata xwe bixwazin. Desthilat li kêlek van sûcan jî, dev ji zextên xwe yên li ser girtiyan bernade.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Sûcên dijmirovî yên desthilata Îranê li dijî gel, sînor derbaskiriye.

Di roja cejnê de desthilatê, sê girtiyên Kurd li girtîgehên Kirmanşan û Mihabadê yên Rojhilatê Kurdistanê bi darvekir.

Li gor çavkaniyên ragihandina navxweyî ya Rojhilatê Kurdistanê, girtiyên hatine bidarvekirin, Saman Îbrahîmî, Elî Şehbazî û Ebdulqadir Resûlî ne.

Beriya ku her sê girtî werin darvekirin, rêveberiya girtîgehan ya rejîma Îranê nehiştine girtî bi malbatên xwe re cara dawî hevdîtinê bikin.

Li gor rapora salane ya rewşa mafên mirovan li Îranê, tenê di nava 12 mehên dawî de heerî kêm 2 hezar û 488 kes ku ji wan 63 jin, 2 zarokên di bin temenê 18 saliyê de hatine darvekirin. 

Li Werîşe Muradî ‘cezayê’ qedexeya bikaranîna telefonê hatiye birîn

Li kêlek darvekirnê zextên li dijî girtiyan jî her didomin.

Girtiya siyasî ya Kurd Werîşe Muradî ku li girtîgeha Evînê girtî ye, ji mafê xwe yê peywendiya bi telefonê hatiye bêparkirin.

Ajansa nûçeyan a HRANA ragihand ku, piştî Werîşe Muradî li hewşa girtîgehê dirûşmeya dijî pêkanîna cezayê darvekirinê bilindkiriye, ev cezayê qedexeyê lê hatiye birîn.

Li Îranê milyonek xwendekar bê perwerde ne

Ev sûcên desthilatê û bê ewlehiya domdar, bandor li qada perwerdeyê jî kiriye.

Di 26’ê gulanê de, serokê Rêxistina Xêrxwaziyê ragihand ku zêdeyî milyonek xwendekar li Îranê ji perwerdeyê bêpar in.

Her wiha ji nava milyonek xwendekar 2 hezar û 808 zarok di bin lênêrîna xizmetên civakî de ne.

Der barê rewşa van zarokan de, rayedaran ragihand ku ji bo ji nû ve entegrekirina wan di pergala perwerdehiyê de li ser planeke dixebitin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye