Mîxaîl Razvozayev: Ûkraynayê bi 20 dronan êrîşî Nîvgirava Kirimê Kir

Di navbera Rûsya û Ûkraynayê de êrîş berdewam dikin. Parêzgarê bajarê Sevastopolê yê Rûsyayê Mikhail Razvo-zayev ragihand ku yekîneyên parastina asmanî yên li Nîvgirava Kirimê, zêdeyî 20 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsya û Ûkrayna êrîşên xwe li dijî hev bê navber berdewam dikin.

Parêzgarê Sevastopolê yê Rûsyayê Mikhail Razvozhayev got ku yekîneyên parastina hewayî yên li bajarê benderî yê Sevastopolê, li Nîvgirava Kirimê, îro sibehê zêdeyî 20 dronên Ûkraynayê xistine xwarê.

Mikhail Razvozhayev bi rêya Telegramê zêde kir ku raporên destpêkê nîşan didin ku ti qurbanî çênebûne û destnîşan kir ku êrîşê ziyan daye gelek avahiyan.

Her wiha Mikhail da zanîn ku Ûkraynayê di êrîşê de mûşekên Storm Shadow bi kar anîne.

Mûşekên Storm Shadow jî, ji aliyê konsorsiyûmeke Fransî-Brîtanî ve tên çêkirin. 

Rûsyayê berê balyozên Îngilistan û Fransayê gazî kiribû, da ku li dijî bikaranîna van çekan ji aliyê Ûkraynayê ve nerazîbûnê nîşan bide. 

Kampulova: Du kes ji ber mûşekên Ûkraynayê birîndar bûne

Ji aliyekî din ve, şaredara bajarê benderî yê Taganrogê yê başûrê Rûsyayê, Svetlana Kampulova, bi rêya Telegramê got:

"Piştî ku Rûsyayê îro serê sibehê mûşekek xist xwarê, li bajarê ku li aliyê rojhilat hevsînorî Ûkraynayê, du kes birîndar bûne."

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî ragihand ku Rûsya şeva borî 140 dronên Ûkrayna xistine xwarê.

Hêza hewayî ya Ûkraynayê jî ragihand ku Rûsyayê ji roja sêşemê ve heta niha bi 163 dronan êrîşî Ûkraynayê kiriye.

Her wiha hêzên Rûsya û Ûkraynayê rojane êrîşên hev dikin.

Rûsya bi giranî balê dikişîne ser bombebarankirina binesaziya Ûkraynayê û bajarên dûrî eniyên şer bi mûşekên balîstîk û dronan bomberbaran dikin û êrîşên bejayî yên dijwar ji bo bidestxistina axê berdewam dikin.

Ûkraynayê jî êrîşên xwe yên dijber zêde kirine, bi dron û mûşekên dûr-avêj li balafirgeh, depoyên cebilxaneyê û parzûngehên petrolê yên Rûsyayê dide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye