Li Tirkiyê di qezayeke tirafîkê de 5 kes mirin

Li navçeyeke Tirkiyê di encama qezayeke tirafîkê de, 5 kesan jiyana xwe ji dest da.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li parêzgeha Manîsayê ya Tirkiyê li ser rêya Enqere-Îzmîrê wesayîtek û kamyonetek li hev qelibîn.

 

Li gorî agahiyan, wesayîta ku di rê de diçû, kontrola xwe winda kir û derbasî aliyê dinê yê rê bû.

 

Di vê demê de, kamyoneta ku ji hêla dinê ve dihat, li wesayîtê qelibî.

 

Tîmên tenduristiyê eşkere kir ku ji ber qezayê, 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 kesên din jî birîndar bûn.

 

Her wiha bijîşkan diyar kirin ku di nava birîndaran de, 2 zarok hene, rewşa zarokekê ne baş e û metirsî li ser jiyana wê heye.

 

Manîsa yek ji parêzgehên Tirkiyê ye ku rûbera wê 13 hezar û 120 km² û niştecihên wê jî milyonek û 260 hezar û 169 kes in.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye