Marco Rubio wê serdana Îsraîlê bike

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marco Rubio, wê roja pêncşemê serdana Îsraîlê bike. Marco Rubio wê di vê serdanê de plana aştiyê ya Xezeyê nîqaş bike.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Tê payîn ku Wezîrê Derve yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Marco Rubio, ji bo serdaneke 48 saetan, wê roja pêncşemê bigihêje Îsraîlê.

Marco Rubio wê plana aştiyê ya Xezeyê bi rayedarên Israîlê re nîqaş bike.

Têkildarî mijarê, Cîgirê Serokê Amerîkayê JD Vance di hevdîtina bi Netanyahu re de gotibû:

 "Ez di derbarê plana aştiyê ya Xezeyê de gelek geşbîn im"

Her wiha J.D. Vance tekez kir ku bidestxistina peymana aştiyê ya derbarê Xezeyê de derfeteke baş e da ku li Rojhilata Navîn, aştî pêk were.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye