Rayedarên Pakistanê diyar kirin ku wan ji Hindistanê hişyariyek ji nişka ve wergirtiye ku ew plan dike avê ji Bendava Madhupur berde nav 3 çemên ku ji Hindistanê derbasî nav Pakistanê dibin.
Pakistanê hin tedbîrên xwe girtin û herî kêm 150 hezar kes, ji ber lehiyê ji deverên ku di bin xetereyê de ne, tehliye kiriye.
Berdana ava zêde yek ji bendavên Hindistanê, dibe gef li ser beşek ji parêzgeha Punjab a Pakistanê.
Li herêma Jammu ya Hindistanê jî, ji ber lehiyê 30 kesî jiyana xwe ji dest da.
Li gor daxuyniyên fermî, di nava 3 mehên dawiyê de li Hindistanê ji ber lehiyê 1200 kesî jiyana xwe ji dest daye.