Lezgin

Şandeya Îran û Amerîka wê li ser mijara Nukleerê bicivin

reset font size increase font size

Hevdîtina Şandeya Îranî û Amerîkayê ya şeşemîn wê di demeke nêz de, ji bo mijara sekinandina dewlemendkirina Uranyumê pêk were.

Di 12 Nîsanê de, hevdîtina her du aliyan ya yekem ji bo mijara Nuklerê pêk hat. Her wiha cezaya herî dawî ku li ser Îranê ji aliyê Emerîkayê ve, di 21 Gulanê de bû. 

Hevdîtina Şandeya Îranî û Amerîka ya şeşemîn ji bo mijara Nuklerê, wê pêk were. Di vê çarçoveyê de, li gorî çavkaniyên Amerîkî berdevka Koşka Spî Karolîn Dêvêd berî hefteyekê ragihandibû ku hemû cezayên nû yên li ser Tehranê hatin sekinandin.

 Lê li gorî çavkaniya ji Koşka Spî hatiye diyarkirin ku zexta li ser Îranê ji bo mijara Nukleerê hîn jî berdewam e.

Ji aliyê xwe ve jî, Îsraîl ji bo ewlehiya herêmê di daxuyaniyekê de, ragihadibû ku ger Îran dest ji dewlemendkirina Uranyumê bernede,wê Îsraîl li dijî Îranê şer ragihîne.

Ceylan Hesen

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24