Li Silêmaniyê Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşan pêşwazî li şandeya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) kir.
Şande ji Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso, endamên Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim û Foza Yusif pêk tê.
Ofîsa Ragihadninê ya serokê YNKê ragihand ku di civînê de, guhertinên herî dawiyê yên li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatin nîqaşkirin.
Bafil Talebanî destnîşan kir ku YNK`ê li gel parastina berjewendiyên Rojavayê Kurdistanê ye û got: “Divê Mafê Kurdan di Sûriyeya nû de misoger be.
Her wiha talabanî diyar kir ku Divê welat bi hevpar bê birêvebirin û hikûmeta Sûriyeyê nûnertiya hemû pêkhateyan bike.
Di hevdîtinê de şandeya Rojava silavên Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî gihandiye Talebanî.
Şandeya PYD’ê serdana gora Mam Celal kir
Şandeya PYD’ê ji bo tevlî Konferansa Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk a Navneteweyî ya Erebî bibe li Silêmaniyê ye.
Destpêkê şandeyê serdana Gora Mam Celal kir. Piştî danîna gulan, endamên şandeyê peyamên xwe li deftera bîranînê nivîsandin.
Piştî serdanê, şandeyê daxuyaniyek çapemeniyê da.
Endamê Desteya Hevserokatiya PYD’ê Salih Muslim di daxuyaniyê de axivî û behsa rola Mam Celal di avakirina Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk a Navneteweyî ya Erebî de kir.
Muslim got: “Hevpeymaniya Civakî ya Demokratîk ya li Rojhilata Navîn ku li ser destê Mam Celal hatî avakirin, ji bo Rojhilata Navîn gelek girîng bû. Em hêviya serkeftinê ji bo konferansê dixwazin.”
Îro Konferansa Hevpeymaniyê li Silêmaniyê dest pê kir û dê heya roja 30 tebaxê berdewam bike.
Her wiha tê gotin şandeyek DEM Partiyê jî ji Bakurê Kurdistanê wê tevlî konferansê bibe.