Hevpeymaniya Hêzên Rojhilat Qazî Mihemed bi bîr anî

Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê, bi boneya 79`emîn salvegera bidarvekirina pêşewa Qazî Mihemed û hevalên wî daxuyaniyeke nivîskî da û wiha di daxuyaniyê de hat gotin: "Heta hilwişîna rêjîmê em ê xebata xwe bidomînin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di 79`emîn salvegera bidarvekirina Qazî Mihemed de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê anî ziman ku dê têkoşîna xwe berdewam bikin.

 

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin:

 

“Qazî Mihemed kesayeteke ayînî, ronakbîr, neteweyî ya Kurd ji malbateke rêzdar a navçeya Mukriyanê bû.

 

Zanebûna Qazî Mihemed bû sedem ku ew bibe endamê "Komeleya Jiyanewey Kurdistan" û di demeke kin de bû serokê vê rêxistina siaysî.

 

Wî Partiya Demokrat a Kurdistanê damezirand û pêşiya avakirina Komara Kurdistanê vekir.

 

Di heman çarçoveyê de bal hat kişandin li ser wê qonaxa ku Qazî Mihemed têde xebat dikir ku di serdema dîktatorî ya Pehlewî de hemû neteweyek ji mafê xwe yê siyasî, civakî hatibû bêparkirin.

 

 

 

"ji bo gelê xwe Qazî Mihemed xwe feda kir"

 

 

 

Di daxuyaniyê de cesaret û wêrekiya Qazî Mihemed hat bibîrxistin û wiha hat destnîşankirin:

 

"Qazî Mihemed li pêşberî dadgehkirina Hikûmeta Pehlewî bi cesaret, parastina mafê rewa yê neteweyî kir.

 

Her wiha bi serbilindî canê xwe ji bo Kurdan û welatê xwe feda kir.

 

Piştî 79 salan ji darvekirina Qazî Mihemed û hevalên wî, domandina rêya pêşewa Qazî Mihemed têkoşîn ji bo rizgariya Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê tê dayîn."

 

 

Di daxuyaniyê de li ser raman û berxwedaniya Qazî Mihemed wiha hat eşkerekirin:

 

"Qazî Mihemed yek ji sembolên herî mezin û navnîşana têkoşînê ya ji bo rizgariya neteweyî ya li hemû bajar û deverên Rojhilatê Kurdistanê bû.

 

Ramanên wî di nava gelê Kurd de mayî û rê û armancên wî bûne xalên lihevkombûna hêz û saziyên siyasî yên cuda cuda yên civaka Kurdî.”

 

 

 

Hevpeymaniya Rojhilatê Kurdistanê: Kes nikare dengê gelê Kurd tune bike

 

 

 

Di dawiyê de, Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê wiha daxuyaniya xwe bi dawî kir:

 

“Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê li ser rêya pêşewa Qazî Mihemed û hemû rêber û çalakvanên ku di şoreşa nû ya Rojhilatê Kurdistanê de roleke taybetî lîstine, israr dike.

 

Em piştrast in ku Komara Îslamî nikare bi afirandina krîz û şerên navxweyî û derveyî bi Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û Îsraîlê re dengê gelê Kurd bitepisîne.

 

Ji ber vê yekê, têkoşîna me dê heta hilweşîna vê rejîmê bidome."

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye