Balefirên Îsraîlê li paytexta Yemenê dan: 8 kes hatin kuştin, 142 kes jî birîndar bûn

Balafirên şer ên Îsraîlê paytexta Yemenê Sanayê bombebaran kirin, di encam de 8 kes hatin û 142 kesên din jî birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî televîzyona El-Mesîre ku ya Tevgera Ensarullah (Hûsiyan) e, balafirên şer ên Îsraîlê li Sanayê gelek cih bombebaran kirin.

Êrîş di dema ku serokê Tevgera Ensarullah Ebdulmelîk El-Hûsî di weşana zindî de daxuyanî dida hat kirin.

Derberê êrişê de artêşa Îsraîlê daxuyaniyek nivîskî da û diyar kir ku wan li dijî navendên leşkerî yên Hûsiyan "êrîşeke mezin" pêk aniye.

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yisrael Katz jî li ser hesabê xwe yê Xê derbarê êrîşê de daxuyaniyek nivîskî weşand.

Katz diyar kir ku wan li Sanayê "gelek hedefên Hûsiyan" bombebaran kirine û gelek balafirên bêmirov (İHA) û depoyên çekan ji holê rakirine.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24