Papa Leo XVI îro roja yekşemê got ku Xwedê duayên rêberên ku şer dikin û "destên wan bi xwîn in" red dike.
Di demekê de ku şerê Îranê dikeve meha xwe ya duyemîn de, Papayê Vatîkanê li Meydana St. Peter li pêşiya deh hezaran kesan axivî.
Di gotarekê de, Papa Leo yekem papayê amerîkî yê Vatîkanê, got ku Xwedê "şer red dike... û kes nikare wî bi kar bîne da ku şer rewa bike."
Wî zêde kir : "Her çend hûn gelek dua bikin jî, Xwedan dibêje ez ê guh nedim we: destên we bi xwînê lekeyî ne."
Papa Leo, bi taybetî navê ti serokên cîhanê negot, lê wî di çend hefteyên borî de rexneyên xwe yên li ser şerê Îranê zêdetir kiriye.
Pope Leo yê ku bi hilbijartina gotinên xwe yên baldar tê nasîn, gelek caran daxwaza agirbesteke tavilê di şer de kiriye û roja duşema borî got ku êrîşên hewayî bêserûber bûn û divê werin rawestandin.
Hin rayedarên amerîkî retorîka Xiristiyanî bi kar anîn da ku êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Îranê di 28'ê Sibatê de ku bûn sedema gurbûna şer, rewa bikin.
Wezîrê Parastinê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Pete Hegseth ê ku dest bi serkêşiya nimêjên Xiristiyanan li Pentagonê kiriye, roja çarşemê ji bo "tundûtûjiya zêde li dijî kesên ku ne hêjayî dilovaniyê ne" dua kir.