Hikûmetê diyar kir ku di êrîşa RSF’ê de zêdetirî 35 sivîl ku piraniya wan jin û zarok bûn, hatin kuştin.
Êrîşa hêza paramîlîter bû sedema birîndarbûna bi dehan kesan.
Hate eşkerekirin ku di nava birîndaran de rûspî û rêberên din ên civakê jî hebûn.
Hikûmetê bûyer wekî "êrîşeke terorîst a plankirî" bi nav kir û wiha got:
“Operasyon ne bûyerek tesadufî bû, lê belê beşek ji planên îstîxbaratê yên sîstematîk bû."
Hikûmetê îdîa kir ku di êrîşê de fermandarekî payebilind ê (RSF)ê hatîye kuştin.