Nîveka yekem maç 0-0 wekhev bi dawî bû. Di xuleka 19'an de Fernandoyê Amedsporê, ji ber seqetbûnê ji lîstikê derket û Felix ket şûna wî.
Amedspor dest bi nîveka duyem kir û zexta xwe li ser Sariyerê zêde kir.
Di xuleka 46'an de Dia Saba gol avêt lê ji ber ofsaytê nehat qebûlkirin.
Zexta Amedsporê di xuleka 78'an de encam da, Mehmet Yeşîl gol avêt 1-0 kete pêş.
Di xuleka 90+6'an de, Mbaye Diagne gola dawî avêt û Amedspor 2-0 bi serket.
Her wiha bi vê serkeftinê re, Amedsporê puanên xwe derxist 13'an û di lîgê de bû rêza 5'an.
Sariyer jî di 1 puanî de ma.
Amedspor hefteya bê wê bi Vansporê re bilîze û maç wê di saet 17:00 de bê lîstin.