Ji bo cejna Remezanê agirbestek di navbera Pakistan û Afganistanê de hat ragihandin.
Duh Pakistan û Afganistan ragihandin ku ew ê di Cejna Remezanê de operasyonên leşkerî rawestînin.
Wezîrê Ragihandinê yê Pakistanê Attaullah Tarar di postek li ser platforma X de got ku Pakistan dê operasyonên xwe yên leşkerî yên li dijî Afganistanê demkî rawestîne.
Tarar diyar kir ku rawestandina demkî ya êrîşan li ser Afganistanê dê heta nîvê şeva duşemê bidome.
Di heman demê de, Afganistanê di dema Cejna Remezanê de agirbestek di pevçûna xwe ya bi Pakistanê re ragihand.
Berdevkê hikûmeta Afganistanê Zebîhullah Mucahîd li ser platforma X wiha nivîsand:
“Li ser daxwaza welatên Îslamî yên dostane, Erebistana Siûdî, Qeter û Tirkiyeyê em agirbestê radighînin.
“Lê eger êrîş li ser me hate kirin em ê bi wêrekî bersivê bidin.”
Ev yek di nav pevçûna berdewam a di navbera Pakistan û Afganistanê de tê, ku Îslamabadê di hefteyên dawî de çend êrîş li ser Kabîlê pêk anî.
Ev pêla tundûtûjiyê wekî ya herî xirab di navbera her du welatên cîran de tê hesibandin.
Herdu welat bi mehan e di nav şerekî de ne, ji ber tohmeta Îslamabadê ku cîranê wê çekdarên Talîbana Pakistanî dihewîne.
Piştî şerê cotmehê ku bû sedema mirina bi dehan kesan, şer kêm bûn, lê bi tevahî nesekinî.
Lêbelê, di 26´ê Sibatê de piştî êrîşên hewayî yên Pakistanê bi tundî hate nûkirin û Îslamabadê di 27´ê Sibatê de eşkere şer ragihand.