Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê hemû çav li ser pêvajoyê ne.
Bi taybet "qanûna çarçove" di nav pêvajoya berdewam a derbarê pirsgirêka Kurd de di rojevê de ye.
Berpirsên DEM Partiyê bi berpirsên AKP’ê re civiyan
Rayedarên DEM Partiyê li Meclîsê bi Serokê Koma AKP’ê Abdullah Guler, Cîgirê Serokê AKP’ê Efkan Ala û Berdevkê AKP’ê Omer Çelik re civiyan.
Berdevka DEM Partî: Amadekarî temam dibin
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, di civîneke çapemeniyê de li ser qanûna çarçoveyî ya ku tê payîn hefteya bê were Parlamentoyê axivî û got:
"Em dikarin bibêjin ku em di qonaxa dawî ya amadekirina vê pêşnûmeyê de ne.
Amadekarî temam dibin.
Di rojên pêş de, planek tê çêkirin ku ev pêşnûme bi zûtirîn dem, pêşniyar û ramanên partiyên siyasî li ber çavan bên girtin û her çend nakokî hebin jî, bi lihevkirineke siyasî ya mezin, were rojeva Parlamentoyê."
Ayşegul Dogan diyar kir ku di çarçoveya vê pêvajoyê de, dê Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û Tulay Hatimogullari serdana partiyên siyasî bikin.
Pêşnûme qanûn dê pêşkêşî parlamentoyê bibe
Di heman demê de, Serokê Meclîsê Numan Kurtulmuş, ku serdana serokên partiyên siyasî kir û paşê diyar kir ku "qanûna çarçove" dê heta dawiya Tîrmehê ji Meclîsê derbas bibe.
Tê payîn ku Kurtulumuş bi heman rojevê bi koordînatorên komên partiyên siyasî yên di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê de ku li Meclîsê hatiye damezrandin, bicive.
Tê payîn ku pêşnûme qanûn pêşkêşî Parlamentoyê were kirin.
Pêşnûme, ku tê payîn ji nêzîkî 10-11 madeyan pêk were û li ser vegera gerîla û hejmarek gavên qanûnî nîqaş bike.
Li gor agahiyan roja Duşemê 27ê Tîrmehê bigihîje Serokatiya Parlamentoyê, di 28’an 29’ê Tîrmehê de li Komîteya Edaletê were nîqaşkirin.
pişt re di 31'ê Tîrmehê an 1’ê Tebaxê de li Lijneya Giştî ya Parlamentoyê were pejirandin.