Bi armanca niqaşkirina rêbazên aştiya navxweyî û ewlehiyê, Komeleya El Meweda bi amadebûna parêzgerê Hesekê komcivînek li bajarê Hesekê hat lidarxistin.
Di komcivînê de kesayetên civakî yên ji dezgehên Hikumeta Veguhêz a Sûriyê, serokên eşîrên Kurd û Ereb, nûnerên partiyên siyasî û rewşenbîr amade bûn.
Beşdarên civînê taybet li ser pirengî û yekbûna di nava civaka Sûriyê de sekinîn.
Her wiha anîn ziman ku divê zimanê nefretê wera guhertin û hevgirtina civakî bi pêş bikeve.
Li ser girîngiya beşdarbûna hemû pêkhateyan di pêvajoya avakirina Sûriyê de jî guftûgo hat kirin.
Serokên ola Xiristiyanan bi parêzgerê Hesekê re civiyan
Bi heman armancê şandeyek ji serokên ola Xiristiyanan bi parêzgerê Hesekê re civiya.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed şande li avahiya parêzgehê pêşwazî kir.
Di hevdîtinê de rewşa xizmetguzariyê hat gotubêjkirin.
Her wiha giringiya zêdekirina ewlehiyê ji bo parastina aramiya herêmê hat nirxandin.
Parêzger daxwazên şandeyê guhdar kir û diyar kir ku ew ê di qonaxa pêş de hewl bidin astengiyan çareser bikin.
Di dawiyê de parêzgerê Hesekê Nûridîn Ehmed bal kişand ser girîngiya xurtkirina aştiya civakî û jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhateyan de.