Yisrael Katz 23 nîsanê, di nirxandineke ewlehiyê ya li baregeha Wezareta Parastinê de, li Tel Avivê da xuyakirin ku Îsraîlê amadekariya êrîşekê li dijî Îranê dike û wiha got:
“Artêşa Îsraîlê "hem ji bo parastinê û hem jî ji bo êrîşê amade ye, û hedef jî hatine destnîşankirin."
Katz eşkere kir ku Tel Aviv "li benda çira kesk ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ye" da ku dest bi operasyonê bike.
Her wiha Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê, destnîşan kir ku Deweta Îranê di reweşke lawaz de ye û wiha lê zêde kir:
“Serokên wê di tunelan de xwe vedişêrin û di biryardanê de zehmetiyê dikişînin."
Berpirsên Îranê bi qasî li ser hebûna xwe hesab dikin, ew qasî jî li ser windahiyên sîvîl, hesab nakin.”
Katz: Ev car wê êrîşa li ser Îranê cuda û kujer be
Di heman demê de, Wezîrê Parestinê yê Îsraîlê Yisrael Katz, da zanîn ku êrîşa bê ya li ser Îranê dê cuda û kujer be.
Êrîşên Îsraîl- Amerîka yên li ser Îranê, di 8`ê Nîsanê de, bi ragihandina agirbesta du hefteyan re, ji aliyê Serokê Amerîkayê Donald Trump ve, hate rawestandin.