Çekdarên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê bi 2 dronên xwekujî êrîşî gundê Hec Hisên û Girê Sîryatêl ên derdora Bendava Tişrînê kirin.
Li gorî agahiyên ku çavkaniyên leşkerî ji herêmê dane, çekdarên Hikûmeta veguhêz a Sûriyê bi piştgiriya dewleta Tirk bi 2 dronên xwekujî êrişî derdora Bendava Tişrînê kirin.
Li gorî ajansa ANHA, çavkaniyan da zanîn ku çekdaran bi droneke xwekujî êrişî gundê Hec Hisên kir, di heman demê de bi droneke din jî êrîşî Girê Sîryatêl kirin.
Çavkaniyan anî ziman ku tu zirar çênebûne.