Li Başûrê Kurdistanê şîreketên gaz û pêtrolê karên xwe radiwestînin

Kompanyaya HKN a Amerîkî, ku roleke sereke di kehrebeya 24 saetan a Başûrê Kurdistanê de dilîze, karên xwe rawestandin. Beriya wê jî, kompanyaya Dana Gas karên xwe rawestandibûn. Bi çavdêrîkirina ziyanên aborî û canî, tê dîtin ku Başûrê Kurdistanê yek ji ziyanbînên sereke yên şer e.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Her çend berpirsên Îraq û Başûrê Kurdistanê çend caran xwe ji şer û nakokiyên Îran û Amerîkayê dûr xistibin jî, lê ev yek ji bo dûrketina ji pêtên agirê şer ne bes bû.

Başûrê Kurdistanê jî, ji ber êrîşan rûbirûyî gelek qeyranên curbecur bûye, her ji qutbûna kehrebeyê bigire heta digihêje giranbûna bihayê sotemeniyê û rawestandina karên kompanyayên hilberandina petrolê.

Çend roj in Îraqê peymanek bi HKN a Amerîkî re îmze kiriye

Ji ber zêdebûna şer di navbera Washington û Tehranê de, kompanyaya energetîk a Amerîkî hemû karên xwe li Başûrê Kurdistanê rawestandin.

Kompanyaya HKN roleke sereke di hilberandina gaza Başûrê Kurdistanê de dilîze ku projeya kehrebeya 24 saetan li ser hatiye avakirin.

HKN yek ji wan kompanyayan e ku Mesrûr Barzanî di serdana xwe ya ji bo Amerîkayê de peyman pê re îmze kir.

HKN di dabînkirina kehrebaya 24 saetan de roleke sereke dilîze

Her wiha, di 9’ê tîrmehê de, di çarçoveya serdana Elî Zeydî ya ji bo Amerîkayê de, peymanek di navbera Kompanyaya Nefta Bakur a Îraqê û kompanyaya HKN’ê de hat îmzekirin.

Armanc jê zêdekirina hilberandina zevî ye ji bo 140 hezar bermîl neft di rojekê de û 40 milyon pêsêca gaza xwezayî di rojekê de.

Ji bilî vê jî, kompanyaya Dana Gas, ji ber tiştê ku ew jê re dibêje 'gefa cidî û zêdebûna aloziyên herêmî', karên xwe li zeviyê gaza Kormorê yê di navbera Silêmanî û Kerkûkê de rawestandin, ku ev yek jî bû sedema kêmkirina demjimêrên pêdana kehrebeyê ji bo nîvî.

Kompanyayê di daxuyaniyekê de eşkere kiriye ku hemû saziyên sereke yên hilberandinê li zeviyê Kormorê yê li Çemçemalê bi awayekî demkî karên xwe rawestandine.

Zeviyê Kormorê beşeke mezin ji pêdiviyên kehrebe û gaza malan dabîn dike.

Bi hesibandina hejmara qurbaniyan, ziyanên aborî û wan ziyanên ku gihîştine binesaziya aborî ya Başûrê Kurdistanê, ew dibe yek ji ziyanbînên sereke yên şer.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye