Hat zanîn ku, êrîşên bi dronan yên li ser sînorê Hewlêrê li nav zevîyeke ketine xwarê.
Heta niha ti daxuyaniyek fermî ji aliyê rayedaran ve nehatiye dayîn.
Li gor wezareta çavkaniyên xwezayî ya Herêmê, ziyana rojane ya van êrişan nêzî 200 hezar bermîl neft bû.
Hate ragihandin ku şandeyek hikûmeta Iraqê bi serokatiya Şêwirmendê Encûmena Ewlekariya Iraqê Qasim Erecî, ji bo lêkolînkirina êrişên bi dronan yên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê, gihiştiye Hewlêrê.
Ev êriş û çalakiyên bi dronan ên li ser Herêma Başûrê Kurdistanê, piştî şerê Îsraîl û Îranê, destpê kirin.
Di 16'ê Tîrmehê de jî bêrên petrolê yên zeviyên Dihok û Zaxoyê jî rastî îrşên dironan hatibû.