Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê piştî hate ser desthilatê, hewil dide navên dibistanên Rojavayê Kurdistanê ku navê pakrewanên civakê lê hatiye kirin biguherîne.
Li bajarê Dêrikê mamoste û xwendekaran bi meşekê guhertina navên dibistanan, şermezar kirin.
Meşê ji Qada Azadî dest pê kir û li naverasta sûkê veguherî mîtîngê.
Di mîtîngê de daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku xwendekar bi nirxên xwe yên civakî, çandî, zimanî û dîrokî ve girêdayî ne û ev yek ji bo wan xeta sor e.
Her wiha di berdewamiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku parastina van nirxan erkeke mirovî ye.
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin:
"Nêzîkatiyên vê dawiyê, bi taybet ên guhertina navên dibistanên ku navên şehîdan li wan hatiye kirin, nêrîna neyînî ya li hemberî materyalên bi zimanê Kurdî binpêkirina hiqûqa mirovî ye.
Di heman demê de nîşana dûrbûna ji rêgezên demokrasiyê û lihevkirinan e.
Fêrbûna bi zimanê dayikê mafekî bingehîn e ku ji zarokatiyê ve dest pê dike û hemû beşên civakê digire nava xwe."
Di dawiya daxuyaniyê de mamoste û xwendekaran bang kirin ku zimanê Kurdî di destûra Sûriyê de were naskirin.
Li Siwêdayê xwendekaran daxwaza bawernameyên xwe kirin
Li aliyekî din jî bi sedan xwendekarên dibistanên amedehiyê li parêzgeha Siwêdayê xwepêşandanek li dar xist.
Xwendekaran dixwaza wergirtina bawernameyên sala xwendinê ya 2024-2025’an kirin. Her wiha xwestin ku sala 2025-2026`an jî bikevin ezmûnên xwe.