Di çarçoveya xebatên ji nû ve sererastkirina komînan de Konferansa 1`emîn a kadroyên Neteweya Demokratîk li bajarê Hesekê hate lidarxistin.
Hevserokatiya PYD`ê, endamên Meclisa Giştî, 120 endamên saziyên civaka sivîl tev li konferansê bûn.
Konferans li hola navenda PYDê, bi durişmeya “Divê tevahî xebatên civakî ji komînê dest pê bikin, komîn hebûna civakê ye navika wê ya bingehîn e” hat lidarxistin.
Aldar Xelîl: Bingeha demokratîkbûyînê komîn e
Aldar Xelîl dibêje yên ku di sererastkirin û pêkanîna komînan de bi rola diyarker rabe kadroyên netewa demokratîk in.
Welîda Botî: Cihê çareseriya pirsgirêkên civakê komîn e
Her wiha Hevseroka meclisa Ol û Baweriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welîda Botî jî got ku netewa demokratîk fikreke rengînbûn û zengînbûna civakê hemû di nava xwe de dihewîne ye.
Wê konferans bidomin
Piştî axaftinan konfrens ji ragihandinê re girtî berdewam kir û bi encamnameyekê bi dawî bû.
Hin xalên encamanemeyê wiha ne:
“Çalakkirina komînan, xwendina perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan bi taybet Menîfestoya Aştiyê û Civaka Demokratîk, avakirina civakê li ser esasa wê pirtûkê.
Bicihanîna nirxan, birêxistina civakê û birêvebirina saziyan li gorî pergala komînal erkên kadroya netewa demokratîk in.
Lidarxistina kongreyên taybet ên komînan, belavkirina çanda rexne û xwerexnekirinê ji bo ku civakê li gorî fikrê demokratîk ê azad biguherin û pêş bixin.”