Dewleta Îranê darvekirina girtiyan bê navber berdewam dike.
Li Îranê, rojek jî bêyî ragihandina darvekirina girtiyan derbas nabe.
Îro jî, medyayên dadweriyê yên Îranê eşkere kirin ku girtiyê bi navê Ebdulcelîl Şahbaxş, serê vê sibehê hatiye bidarvekirin.
Li gorî îdîayên desthilatê, Ebdulcelîl ji ber "serhildan" û endametiya di komeke çekdar a dijber de, hate girtin û bi darvekirinê ve hate cezakirin.
Dewleta Îranê ciwanekî Kurd bi darvekinê ceza kir
Di haman çarçoveyê de jî, Rêxistina Mafên Mirovan a HANA`yê diyar kir, ku dezgeha dadweriyê ya Dewleta Îranê di rojên dawî de cezayê darvekirinê li ser ciwanê Kurd ê bi navê Erşad Ebasî, birî ye.
Ev ciwanê Kurd ê ku cezayê darvekirinê lê hatiye birîn di meha borî de, hatibû girtin.
Di demên dawî de, desthilata Îranê pêlên darvekirin û girtinê pir zêde kiriye.
Dewleta Îranê şerê xwe yê bi Amerîka û Îsraîlê, wekî fersendekê ji bo bidarvekirina hemû dijberan bikar tîne û hemû girtiyên ku wan bi dar ve dike jî, tawanê sîxurtiya bo Îsraîl û Amerîkayê li wan disepîne.
Li aliyekî din, girtiyek beriya ku were bidarvekirin nameyek nivîsandibû û tê de gotibû ku desthilata Îranê bi rêya êşkenceyê hiştiye ku ew li îdîayên ku lê hatine sepandin mikur were.
Ev yek jî nîşan dide, ku dewleta Îranê ji bo parastina desthilata xwe dixwaze hemû dijberên xwe ji holê rake.