Serokê PDK`ê tekezî li ser girîngiya biratî û tebayiya navbera pêkhateyên Îraqê dike

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî li li gel serok û endamên Encûmena Parêzgeha Selahedînê civîya. Di civînê de tekezî li ser biratiya pêkhateyan û girîngiya cîbicîkirina destûra Îraqê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê PDK`ê Mesûd Barzanî îro 24`ê tebaxa 2026`an pêşwazî li şandeya Encûmena Parêzgeha Selahedînê kir. Şandeya mêvan ji ber salvegera 80`ê ya damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Barzanî kir û rola wî ya dîrokî di avakirina "Îraqa nû" de bilind nirxand.

Endamên Encûmena Selahedînê spasiya  Barzanî û Herêma Kurdistanê kirin ku di dema êrîşên DAIŞ`ê de, deriyên xwe li ber awareyên parêzgeha wan vekirine. Şandeyê ev helwest wekî "nimûneya bilind a mirovdostî û biratiyê" pênase kir.
Her wiha qurbanîdana Hêzên Pêşmerge ya ji bo ewlehiya herêmê û parastina pêkhateyan hat nirxandin.

Şandeya mêvan daxwaz kir, hevahengiyeke xurt di navbera yekeyên îdarî yên parêzgeha Selahedîn û parêzgehên Herêma Kurdistanê de hebe, da ku ew bikarin ji ezmûna serkeftî ya avadankirin û îdarî ya herêmê sûd werbigirin.

Serok Barzanî bi germî xêrhatina şandeyê kir û destxweshiya wan kir ji bo wê hevahengî û pêkjiyana ku di navbera pêkhateyên neteweyî û olî yên Selahedînê de heye.
Serok Barzanî kurteyek ji dîroka tevgera rizgarxwaz a Kurdistanê pêşkêş kir û tekez kir ku biratî û tebayî, bingeha jiyana li Îraqê ye.

Mesûd Barzanî wiha got:
"Spas ji bo Xwedê, rejîmên berê yên Îraqê nekarîn nakokiyên siyasî yên gelê Kurdistanê yên ligel hikûmetan, bikin nakokiyên navbera gelên Îraqê. Biratiya me ya bi gelê ereb û pêkhateyên din re her dem mayende ye."
Der barê rewşa siyasî ya Îraqê ya piştî sala 2003`yan de,  Barzanî destnîşan kir ku divê hemû alî vegerin ser peymana sereke û got:
"Destûra Îraqê nexşerêyeke guncayî ye ji bo çareserkirina hemû wan kêşe û astengiyên ku niha di navberê de hene."
Di dawiya civînê de, Barzanî bersiva pirs û têbîniyên endamên encûmenê yên der barê rewşa siyasî, ewlehî û îdarî ya herêmê de da û nêrînên xwe yên ji bo paşerojeke aramtir parve kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye