Li Sûriyê niha şerekî desthilatê heye.
Tirkiyê dixwaze hebûna xwe li Sûriyê berfirehtir bike.
Îsraîl jî hebûna Tirkiyê li Sûriyê wekî gefekê ji xwe dibîne.
Êrîşa Îsraîlê ya li dijî baregeha Ebû Zihûr nîşaneyeke bû da ku Tirkiyê xwe li Sûriyê bihêz neke.
Amerîkayê jî naxweze ku Îsraîl û Tirkiyê rûbirûyê hev werin, berovajî vê, dixwaze her du alî pirsgirêkan li ser maseyê çareser bikin.
Di vê çarçoveyê de, li paytexta Urdun Emanê, du şandeyên payebilind yên Sûrî û Îsraîlî li hev civiyan.
Di civînê de Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Esed Şeybanî û serokê Mossadê yê Îsraîlê Roman Gofman amade bûn.
Di hevdîtinê de, nûnertê teybat ê Amerîkayê ji bo Sûrî û Îraqê Tom Barrack amade bû.
Ev hevdîtin bi navbeyînkariya dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê pêk hat da ku rageşiya heyî kêm bike.
Civîna sê alî, bi rêya peywendiyekê vîdoyî pêk hat û Esed Şeybanî jî li Emanê beşdar bibû.
Sûriye: Divê Îsraîl ji herêmên ku piştî 8'ê kanûna 2024'an kontrol kirine vekişe
Ajansa SANA'yê ya hikûmeta Sûriyê ku xwe dispêre agahiyek ji wezareta derve ya Sûriyê agahiyên girîng parve kir.
SANA'yê xelên Sûriyê yên ji Îsraîlê re xwestiye wiha eşkere kir:
"Divê Îsraîl êrîş, binpêkirin û girtinên xwe li Sûriyê rawestîne.
Divê Îsraîlê ji herêmên ku piştî 8'ê kanûna 2024'an kontrol kirine vekişe.
Ji nû ve avakirina artêşê û pêşxistina wê mafekî bingehîn e.
Zindîkirina pêvajoya dan û standinan bi arm
anca gihaştina lihevkirina ewlehiyê da ku di pêşerojê de rê li ber lihevkirinek berfirehtir veke."
Serokê şandeya Îsraîlî Roman Gofman metirsiyên xwe li ser hebûna mayînde ya Tirkiyê li Sûriyê anî ziman.
Ji bo pêşîgirtina li şer komîteyek sê alî hat avakirin
Çavkaniyan ji Sky News'ê re gotin ku civînek bi rêkeftinekê ji bo avakirina komîteyek ewlehiyê ya Sûrî-Îsraîl-Tirkiyê pêk hat.
Ev komîte ji bo çareserkirina pirsgirêkan û pêşîgirtina li her pevçûnek di navbera aliyan de hat avakirin.
Çavkaniyan got ku komîteya ewlehiyê ya nû dê di bin çavdêriya Amerîka-Urdunê de bixebite.