QSD'ê nasnameyên 2 Şehîdên xwe eşkere kir

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD`ê bi daxuyaniyekê nasnameyên 2 şervanên xwe yên ku di bûyerên cuda de dema li ser erkên xwe yên leşkerî şehîd bûne, eşkere kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Navenda Ragihandinê ya QSD`ê di daxuyaniyê de hate gotin ku şervanê QSD`ê Feysel El Cerbûi li bajarê Dêrikê di qezayeke trafîkê de û Rênas Serhed jî li Dêrikê ji ber krîza dil şehîd bûne.

Her wiha QSD`ê got: "Fedakariya şehîdên me dê rêya me ya ber bi azadiyê ve ronî bike, heya ku em bigihêjin armancên ku ew ji bo wan şehîd bûne.”

Li gorî daxuyaniyê nasnameya her du şehîdan wiha ye:

Feysel Elî El Cerbûi bi nasnav Feysel El Cerbûi li El Elqana ji dayîkbûye û di 25`ê cotmeha 2025`an de li Dêrikê di qezaya trafîkê de şehîd bû ye.

Hisên Elî bi nasnav Rênas Serhed li gundê Girsorê Haso yê Dêrikê jidayîkbûye di 26ê cotmeha 2025an de li Dêrikê bi qrîza dil şehîd bûye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye