Îro di saetên nîvroyê de, li Hewlêr û Silêmaniyê bi dronan êrîşî 2 baregehên Wezareta Pêşmergeyan hat kirin.
Têkildarî êrîşan, Wezareta Pêşmergeyan daxuyanî da.
Wezaretê got ku beriya niha jî, çend caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan rû bi rûyî bombebaranan hatine.
Wezareta Pêşmergeyan diyar kir ku, wan Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê û Fermandariya Operasyonên Hevbeş ji van binpêkirinan agahdar kiriye.
Wezaretê bi tundî êrîş şermezar kir û bang li Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Îraqê kir ku bi erka xwe ya yasayî rabe û sînorekî ji van destdirêjiyên navxweyî re deyîne.
Her wiha Wezareta Pêşmergeyan di daxuyaniyê de tekez kir ku, ji bo van êrîşan divê gavên bilez werin avêtin.
Wezaret dixwaze rê li ber wan komên ku ji yasayê derketî ne bê girtin, da ku wan kiryaran dubare nekin, ji ber ku ew dibin gef ser ewlehiya navçeyê.
Berdewamiya daxuyaniya Wezareta Pêşmergeyan wiha ye:
"Îro li du parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê, 2 baregehên yekîneyên ser bi Wezareta Pêşmergeyan ve, bûn armanca êrîşên dronî.
Mixabin di encama van êrîşan de, 3 Pêşmergeyên qehreman birîndar bûn.
Ev destdirêjiya neberpirsyarane di demekê de ye ku beriya niha jî, çendîn caran baregehên Hêzên Pêşmergeyan rû bi rûyî bombebaranan bûne."