19'emîn roja şerê Îran û DYA-Îsraîlê berdewam dike.
Îsraîl û DYA'yê tesîsa gaza xwezayî ya zeviyê Barsê a li Bûşehr, Îranê hedef girt.
Ev tesîs a herî mezin e ku ji sedî 40'ê gaza xwezayî ya Îranê lê dihat hilberandin.
Şerê Îsraîl-DYA'yê û Îranê bi hedef girtina kes û cihên nû berdewam dike.
Hate ragihandin ku tesîs gihîştiye asta ku êdî nayê bikaranîn.
Li gorî agahiyan, ev tesîsa herî mezin a Îranê bû û ji sedî 40'ê hilberîna gaza xwezayî lê dihat hilberandin.
Ji destpêka şer û heta niha, Îsraîl û DYA'yê pergala darazê ya Îranê hedef negirtibûn.
Li bajarê Larê dadger û dozgerên Îranî bûn hedefên êrîşan
Îro, yekem car e ku li bajarê Larê dadger û dozgerên Îranî bûn hedefên êrîşan.
Hate ragihandin ku di êrîşên dronî yên li dijî 3 dadgeran de, dadgerekî jiyana xwe ji dest daye û du dadger jî birîndar bûne.