Îro Şandeya Diyalogê ya Hikûmeta Başûrê Kurdistanê daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan li ser hinardekirina petrola Kerkûk û Kurdistanê li hev kiriye.
Şandeyê tekez kir ku ev gav ji ber berpirsyariya niştimanî û şirîkatiya destûrî hatiye avêtin.
Armanc ew e ku dahata giştî zêde bibe, krîza darayî were çareserkirin , mûçe û debara jiyana welatiyan were dabînkirin.
Xalên sereke yên rêkeftinê çi ne?
Li gorî agahiyan; wê sibe hinardekirina petrolê ya ji bo bazarên cîhanî dest pê bike.
Ji bo çavdêriya pêvajoyê jî di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistanê de komîteyeke teknîkî û birêvebirî tê avakirin.
Hemû dahata petrola hinartî dê vegere xezîneya giştî ya federal.
Her du aliyan li ser tedbîrên ewlehiyê yên ji bo parastina bîran û berdewamiya hinartinê li hev kir.
Di dawiya daxuyaniyê de, Hikûmeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku ji bo derbaskirina krîza darayî ya Îraqê ew ê her gavê biavêjin û dahata pêwîst ji bo xizmetguzariyan dabîn bikin.
Tom Barrack ji bo rêkeftinê spasiya Hewlêr û Bexdayê kir
Li aliyekî din jî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyê Tom Barack bi rêya telefonê axivîn.
Li gorî daxuyaniya Nûnerê Amerîkayê destxweşî li Mesrûr Barzanî kir ku ji bo hinartina petrolê ya bi rêya Tirkiyê amadebûn û alîkariya hikûmeta federal a Îraqê nîşan daye.
Mesrûr Barzanî jî diyar kir ku danûstandinên li gel hikûmeta federal didomin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê destnîşan kir ku wan tîma Herêma Kurdistanê erkdar kiriye da ku di vê rewşa dijwar de ji bo berjewendiya xelkê, ji bo hinartina petrolê hêsankariyan bikin.
Mesrûr Barzanî her wiha daxwaz ji Amerîkayê kir ku di danûstandinên Hewlêr û Bexdayê yên li ser gumrik û ambargoya bazirganî de rola xwe ya çavdêriyê bidomîne.
Tom Barrack bi rêya hesabê xwe yê X'ê postek belav kir û got:
"Gelek spas ji bo Hewlêr û Bexdayê ji bo xebatên wan ên bi armanca gihîştina rêkeftinekê di van demên hestiyar de.
Ev rêkeftin ji bo destpêkirina dubare ya hinardekirina enerjiyê û baştirkirina xweşguzarî û geşedana herêmê gelekî giring e."