Li Pirdê êrîşî baregeha Heşda Şebî hat kirin: Kuştî û birîndar hene

Li bajaroka Pirdê ya ser bi Kerkûkê hin çekdarên nenas êrîşî ser baregehek a Heşda Şebî kirin. Di encamê de çekdarek Heşda Şebî mir, çend çekdar jî birîndar bûn. Hat gotin ku birîna hinan ji wan giran e.

reset font size increase font size

Li gor agahiyan, şeva borî di saetên dereng de li bajaroka Pirdê ya ser bi Kerkûkê du kesên li ser motorsikletê baregehek Heşda Şebî gulebaran kirin. Di encama êrîşê de çekdarekî Heşda Şebî mir çend çekdar jî birîndar bûn.

Çekdarê Heşda Şebî yê hatî kuştin bi navê Elî Behcet Hamid e, birîndar ji bo Nexweşxaneya Komarî ya Kerkûkê hatine veguhestin û birîna yekî ji wan giran e.

Polîsên Kerkûkê jî diyar kirin ku heta niha nediyare êrîş ji aliyê kê ve hatiye kirin. Li ser bûyerê jî heta niha kes nehatiye girtin û lêkolîn berdewame.

Li gor agahiyan baregeha Heşda Şebî ser bi tabûra 16’an û Heşda Tirkmenî têde ne.

Bajaroka Pirdê dikeve navbera parêzgeha Kerkûk û Hewlêrê, beriya sala 2017’an kontrola bajarok di aliyê îdarî de di jêr kontrola Kurdan de bû. Lê niha polîs û Heşda Şebî li Pirdê ne. Hêzên pêşmerge jî çend kîlometrek ji bajarok dûr in.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye