Li Hesekê cenazeyên du ciwanan hatin dîtin

Li Hesekê 2 ciwanê 30 salî ku beriya du rojan hatinbûn revandin, kuştî hatin dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Ev herdu ciwan ji gundên derdora Dirbêsiyê ne, Adil Menîs Emînakî yê ji gundê Mişêrfa Helîmo û Lewend Meo ji gundê Çolbistan ê girêdayî bajarokê Sêgirê ye.

 

 

Her du ciwan beriya du rojan li ser rêya Şedadê hatibûn revandin û duh êvarî jî kuştî li bajarê Hesekê li ser sergoyekî hatin dîtin .

 

Li gorî agahiyan, her du ciwan di karên avahîsaziyan de dixebitin.

 

Her wiha tu agahî di derbarê kuştina wan de nehatine dayin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn der barê bûyerê de lêkolîn daye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye