MERASÎMA ÇEKDANÎNÊ JI TIRKIYÊ HETA BAŞÛR DI ROJEVA HER KESÎ DE YE

Piştî merasîma çekdanîna Koma Aştî û Civaka Demokratîk partiyên siyasî yên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi daxuyanî pêşwaziya merasîmê kirin.

reset font size increase font size

Bi banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Koma Aştî û Civaka Demokratîk li Silêmaniyê li Şikefta Casena bi merasîmekî taybet çekên xwe şewîtandin. 

Piştî merasîmê Serokkomarê Tirkiyê Erdogan jî di nav serokê gelek partiyên siyasî yên Tirkiye û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyên cûda piştgîrî dan vê gava dîrokî.

ERDOGAN: EZ HÊVÎ DIKIM EV GAV BIBE WESÎLEYA XÊRÊ

Serokkomarê AKPyî Recep Tayyîp Erdogan têkildarî merasîma îmhakirina çekan a PKKê li ser hesaba xwe ya Xê peyamek da.

Erdogan hîvî kir ku gava ku hatiye avîtin bibe wesîleya xêrê. 

BAHÇELÎ: RÊBERÊ DAMEZIRÊNER Ê PKKÊ SOZA XWE BI CIH ANÎ

Serokê Giştî yê MHP'ê Devlet Bahçelî jî got: “Weke ku di vîdeoya di dawî de jî tê fêmkirin, rêberê damezirîner ê PKK’ê soza xwe bicih aniye, li pişt teahûda xwe sekiniye û gefên kûrewî û herêmî di dema xwe de dîtiye.”

OZGUR OZEL: AŞITIYEK TAM BI EDALET Û DEMOKRASIYÊ PÊKAN E

Serokê CHP’ê Ozgûr Ozel, derheqê merasîma çek şewitandina PKK’ê de wek “hêvî dide” pênase kir û got, “Li Tirkiyeyê ji bo avakirina aşitiyek tam, bi sazkirina edalet û demokrasiyê re pêkan e.”

DAVUTOGLU: DIVÊ EM PÊŞENGTIYA SERDEMÊ BIKIN

Serokê Partiya Gelecekê Ahmet Davutoglu derbarê merasîma îmhakirina çekan a PKK’ê de wiha got, “Tiştê ku divê em bikin ewe ku pêşengiya vê serdemê bikin.” 

BABACAN: HÊVÎ DIKIM KU BIBE WESÎLEYA AŞITIYÊ

Alî Babacan jî hêvîkir ku ev gav ji bo welatê wan bi xêr be û bibe wesîleya aşitî û aramiyê. 

BAFIL TALEBANÎ: BIRYARA PKKÊ  GAVEKÎ DÎROKÎ YE

https://mezopotamyaajansi35.com/kr/HEM-NCE/content/view/281558

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî destnîşan kir ku biryara gerîla ji bo destpêkirina serdemekî nû ya bi rêya diyalog û aştiyê, gavekî dîrokî ye

NÊÇÎRVAN BARZANÎ: EV GAV, DÊ PÊVAJOYÊ DERBASÎ QONAXEKE NÛ BIKE


Serokê Herêma Federe ya Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî têkildarî merasîma şewitandina çekan daxuyaniyek da û got: “Ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê, gavekî girîng e. Ev gav, dê pêvajoyê derbasî qonaxeke nû bike."

QUBAD TALEBANÎ: EM Ê PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO PÊVAJOYÊ BIDOMÎNIN

Alîkarê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî têkildarî pêngava dîrokî ya tinekirina çekan a gerîlayên PKK’ê destnîşan kir ku ewê desteka xwe ya ji bo pêvajoyê bidomînin.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24