Nêçîrvan Barzanî li Hewlêrê digel parlamenterê Almanya Serdar Yuksel civiya.
Di civîne de Nêçîrvan Barzanî rola Almanya di şerê li dijî terorê de ji bo piştgiriya Herêma Kurdistanê bilind nirxand.
Her wiha spasiya Yuksel li ser piştgiriya Herêma Kurdistanê di hemû waran de kir.
Barzanî Balyozê Nû yê Îraqê li Spanyayê pîroz kir
Di berdewamiya civînan de Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê nû yê Îraqê li Spanya, Elî Şemran re civiya.
Te de tekezî li ser pêwîstiya pêşxistina têkiliyên di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê bi Spanyayê re, bi awayekî ku di berjewendiya hemû aliyan de be, hat kirin.