Fîgen Yuksekdag, a ku ji 4'ê Mijdara 2016`an û vir ve girtî ye û berî niha bavê xwe, du bira û xwişkeke xwe ya mezin di dema girtîgehê de winda kiribûn.
Duh êvarê dîsa xebera wefata birayê xwe yê mezin Cavit Yûksekdag ku li nexweşxaneya bajêr a Edeneyê dihat dermankirin, bihîst.
Roja înê Cavit Yûksekdag, li goristana malbatê ya li gundê Gölovası ya navçeya Yumurtalıkê dê were veşartin.
Hevseroka berê ya HDP`ê Fîgen Yuksekdag ku li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Jimare 1 a Kandirayê tê girtin dê beşdarî merasîma cenazeyê bibe.