Îsraîlê êrîşên xwe li dijî Îranê berfireh kirine

Artêşa Îsraîlê ragihand ku Hêza Hewayî êrîş birine ser bi dehan tesîsên leşkerî yên li Tehranê. Îsraîlê êrîşên xwe yên plankirî li Îranê temam kirine û pîşesaziyên leşkerî û tesîsên bernameya nukleerî armanc kirine. CENTCOM'ê, encamên Operasyona "Hêrsa Destanî" a li dijî Îranê eşkere kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê encama êrîşên 24 seatên dawî da.

 

Artêşê ragihand ku wan bi êrîşên asmanî bi dehan cihên binesaziya leşkerî yên Îranê li navenda Tehranê hedef girtine.

 

Li gorî wê, di êrîşê de, hilberîna pîşesaziyê yên Îranê lawaz kirine û 15 cihên hilbirîna mûşekan wêran kirine.

 

Her wiha pergalên parastina hewayî, platformên avêtinê, tesîsên hilberîn û hilanîna mûşekan, bûn armanca êrîşan.

 

Artêşê zelal kir ku tenê di 2 rojên borî de, wan li dijî 400 xalên îranî êrîş pêk anîne.

 

Rojnameya Yedioth Ahronoth a îsraîlî li ser zimanê rayedarekî payebilind got ku Îsraîlê êrîşên xwe yên plankirî li Îranê temam kirine û niha li wan cihan dide ku wek navendên pîşesaziya leşkerî û tesîsên bernameya nukleerî tên dîtin.

 

Wî rayedarî piştrast kir ku hemî cihên ku berê wekî armancên "girîng û stratejîk" hatine destnîşankirin, hemû ji xizmetê derketin.

 

Rayedarê leşkerî diyar kir ku operasyonê yekser pêvajoya pêşxistina mûşekên balîstîk û pêşvebirina bernameyên nukleerî, kiriye hedef.

 

 

 

CENTCOM`ê encama mehekê eşkere kir

 

 

Fermandariya Navendî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê CENTCOM'ê encamên Operasyona "Hêrsa Destanî" ya li dijî Îranê eşkere kir.

 

Xalên li jêr çalakiyên sereke yên ku CENTCOM'ê heta 1ê Nîsanê ne;

 

-Hêzên amerîkî li zêdetirî 12 hezar û 300 cihan, êrîş pêk anîne, hejmara êrîşên şer ji 13 hezarî derbas bûne.

 

-Hejmara keştiyên Îranê yên ku hatine wêrankirin an zirar dîtine bi tevahî ji 155 zêdetir in.

 

-Xalên leşkerî yên Îranê di nav wan de navendên fermandarî û kontrolê û baregehên Supaya Pasdaran bûn aramca êrîşan.

 

Her wiha cihên îstîxbaratî, mûşekên balîstîk û pergalên parastina hewayî para xwe ji êrîşan jî girtin.

 

Êrîşan li binavokek ya hêza deryayî a Îranê û şiyanên ragihandinê yên leşkerî xistin.

 

Cihên têkildarî mûşekên dijî-keştî û her weha tesîsên çêkirina mûşek û dronan, bûn hedef.

 

Êrîşan depoyên çekan, tesîsên hilberînê, cihên mûşekên erd-hewa û binesaziya ku piştgiriyê dide artêşê xistin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye