Li Başûrê Kurdistanê welatiyekî nêzîkî 300 kew azad kirin

Ji bo xizmetkirina jîngeha Kurdistanê û bedewkirina xwezayê, welatiyekî sînorê Hewramanê 300 kew azad kirin û vegerandin nav sînorên xwezayê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro li çiyayên Tewêle ya Hewramanê li parêzgeha Helebceyê, bi amadebûna Polîsên Daristanên Helebceyê, welatiyekî bi navê Alan Heme Kerîm ji bo bedewkirina xweza û jîngeha herêmê nêzîkî 300 kew azad kirin.

Alan Heme Kerîm, ew welatiyê ku kew azad kirine, got: Ev hefteyek e min ev kew kirîne û li cem xwe xwedî kirine.

Min hest kir ku li van çiyayên Hewramanê kew nemane, ji ber wê min biryar da ku ji bo bedewkirina xwezaya herêmê kewan azad bikim.

Her wiha da zanîn ku hejmara kewên ku azad kirine nêzî 300 kewan e û li her çiyayekî zêdetirî 30 kew azad kirine.

Alan Heme Kerîm ragihand bi vê xebatê ez dixwazim xwezaya Kurdistanê û jîngeha wê bedew bibe û careke din kew li çiyayan zêde bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye