Li Başûrê Kurdistanê ji 25 bendavan 22 ji wan di ser re rijiyane

Îsal li Başûrê Kurdistanê baraneke zêde bariya. Lewma jî asta ava komkirî ya bendavan bi rêjeyeke berçav zêde bûye. Ji nav 25 bendavên li Başûrê Kurdistanê 22 jê di ser re rijîne. Berdevkê Wezareta Çandiniyê dibêje: Ji aliyê ewlehiya avê ve, Başûrê Kurdistanê di saleke ewle de ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsal ji ber barana zêde, bû sala xêr û berketê li seranserê Kurdistanê.

Başûrê Kurdistanê jî para xwe ji barana zêde girt.

Li gorî amarên ku hatine belavkirin, rêjeya baranê ya li parêzgeh û îdareyên serbixwe wiha ne:

Helebce: 1052,9 mîlîmetre ye, Silêmanî: 1038,4 mîlîmetre ye, Dihok: 860,7 mîlîmetre ye, Hewlêr: 674,1 mîlîmetre ye, Raperîn (Ranye): 1193,2 mîlîmetre ye, Zaxo: 973,9 mîlîmetre ye, Soran: 953,2 mîlîmetre ye û Germiyan (Kelar): 516,5 mîlîmetre ye.

Ev yek bû sedem ku asta avê li bendavan bi rêjeyeke berbiçav zêde bûye.

Li Başûrê Kurdistanê ji 25 bendavan 22 ji wan di ser re rijiyane.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî, derbarê mijarê de axivî û diyar kir ku ji tevahiya wan 25 bendavên ku li Başûrê Kurdistanê hene (mezin, biçûk û navîn), 22 bendav serrij bûne û wiha got:

"Asta ava her sê bendavên Dukan, Derbendîxan û Gomespanê pir zêde bûye.

Lê bi sedema bandora hişkesaliya salên borî hîna serrijî nebûne.

Her weha ji ber heman sedemê ji bilî bendavan, tevahiya pond û rêrewayên avê li Başûrê Kurdistanê vejiyane.

Bi vê yekê zêdetirî heft milyar metre sêca av hatiye komkirin."

Di heman demê de plana Wezareta Çandiniyê û Çavkaniyên Avê bi vî rengî ye ku heta dawiya meha gulanê, di komkirina avê de berdewam be.

Berdevkê Wezaretê herî dawî bal kişand ser bilindbûna asta ava komkirî di bendavan de û got:

"Em dikarin bêjin ku ji bo îsal Başûrê Kurdistanê di warê ewlehiya avê de di saleke selamet de ye.

Her wiha di warên çandiniyê û h.w.d de, sûdeke mezin ji wan çavkaniyên avê tê girtin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye