Şewatên dîrokî li Belçîka û Almanyayê
Li Belçîkayê, agirê li parastgeha "High Fens" gihîşt 3 hezar hektarî û bû mezintirîn şewata di dîroka welat de. Li Almanyayê jî, şewata daristana Hürtgenê wekî mezintirîn şewata herêmî hat qeydkirin û zêdetirî 2 hezar kes ji gundê Gey hatin derxistin.
Gefa şewatê li ser jiyan û tûrîzmê
Agir rasterast gefê li navendên niştecîhbûnê û herêmên geştiyariyê yên Ewropayê dike. Li Yewnanîstanê, zêdetirî 300 kes ji havîngeha Siviri bi qeyikan hatin rizgarkirin û li girava Salamina jî ji ber pêşveçûna agir 2 kesjiyana xwe ji dest dan. Di heman demê de, li peravên Dalmatia ya Krowatiyayê û herêma Landes a Fransayê şewatên nû derketin, ku bûn sedema girtina rêyan û gihandina zirarên mezin li qadên tûrîstîk.