Li Gimgimê çalakiya li dijî talana xwezayê ket roja 78'an

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, çalakiya nobetê ku li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ji aliyê şîrketa Amerîkî ve tê plankirin, berdewam dike. Vê carê jî hunermend Mîkaîl Aslan bi stranên xwe piştgiriyê da gelê herêmê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Dewleta Tirk li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê bi projeyên Santralên Enerjiya Rojê (GES) û Santrala Enerjiya Jeotermal (JES), xwezaya Bakurê Kurdistanê talan dike.

Li dijî vê polîtîkaya qirkirina xwezayê jî, berxwedan heye.

Ev 78 roj in xelkên gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê bi drûşma "Dest Nede Ava Min, Dest Nede Axa Min", çalakiya nobetê dan destpêkirin.

Vê berxwedana xwe jî bi çalakiyên cihêreng dewlemendtir dikin.

Çalakvanan di roja 78’an de panelek bi sernavê “Xwezaya Gimgimê û Gefa Jeotermalê” li dar xistin. 

Jîngehnas û akademîsyenên ku tev lê bûn, der barê ziyanên Santralên Enerjiya Rojê de axivîn. 

Hunermend Mîkaîl Aslan li qada çalakiyê piştgirî da çalakvanan

Her wiha di axaftinan de hat destnîşankirin ku ziyanên ekolojîk û lêçûn, gelê herêmê digire ser xwe. 

Mirovên ku li herêmê dijîn, ziyanên aborî dibînin.

Ziyanê dide mirovan û hemû zindiyên derveyî mirovan. 

Ji hêla din ve hunermend Mîkaîl Aslan ê ku ji bo piştgiriyê çû qada çalakiyê, diyar kir ku ew Santrala Enerjiya Jeotermal naxwazin.

Piştî axaftinê, hunermend Mîkaîl Aslan çend stran got.

Çalakî bi konsera piştevaniyê ya ku ji aliyê hunermend Mîkaîl Aslan ve hat dayîn, bi dawî bû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye