Yekitiya Şaredariyan diyar kir ku ji ber karesata jîngehê û şewatên ku li daristanên parava Sûriyê rû dane, li ser bingeha berpirsyariya nîştimanî,erka mirovî, ew ê wesayitên agirkujiyê û tîmên pispor ber bi herêmê ve rêbikin.
Her wiha Yekitiya Şaredariyên Rêveberiya xweser soz da gel ku çi ji destê wan were bikin, da ku di van şert û mercên krîtîk de piştgirî û alîkariyê bikin.
Yekitiya Şaredariyan di dawiyê de hemû tîmên agirkujiyê, kesên xwebeş û xebatkarên ku ji bo vemirandina şewatan dixebitin, silav kirin.