Li gor rojnameya Geophysical Research Letters, erdê nêzîkî lûtkeya Volkana Taftan a li başûrê Îranê di navbera Tîrmeha 2023 û Gulana 2024an de, 9 santîmetre bilind bûye.
Di rojnemayê de hatiye xuyakirin ku Volkana Taftan 710 hezar sal in bêçalak e, lê ji nû ve aktîv dibe.
Volkanolog Dr. Pablo Gonzalez ku lêkolînê birêve dibe, eşkere kir ku sedema bilindbûna erdê li dredora cihê volkanê, vê yekê nîşan dide ku zexta gazê li bin rûyê erdê zêde dibe.
Her wekî din jî, Gonzalez diyar kir ku ev zext dê di pêşerojê de derkeve holê, çi bi bêdengî an jî bi teqînek tund.
Volkana Taftan, bi bilindahiya 3 hezar û 940 metreyî, li herêmeke çiyayî ya li başûrê rojhilatê Îranê ye.