Li Şirnexê kampanya li dijî darbirînê dest pê kir

Li Şirnexê çalakiyek ji bo parastina daristan û xwezaya herêmê hatiye destpêkirin û Dem Partî jî piştgiriya çalakiyê dike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

 

Platforma Ekolojî ya Şirnexê bi banga "Talana Xwezayê Qirkirina Jiyanê ye" li Qada komarê ya navenda bajarê Şirnexê li Bakurê Kurdistanê, dest bi kampanya îmzeyan kir, armanca wan parastina xwezaya Botanê ye.

Ji aliyê xwe ve jî, Parlamenterên DEM Partî Newroz Ûysal Aslan û Mehmet Zekî Îrmez, Berdevka Meclisa Jinê ya DBPê Berîvan Bahçeçî, Rêveber û endamên DEM Partî û DBPê yên Şirnexê, ji bo piştgiriyê bidin kampanyayê, serdana standa komkirina îmzeyan kirin.

Li gor kordînatorên çalakiyê, dê ev kampanya 10 rojan li navenda Şirnex û navçeyên wê ên cuda berdewam bike. Pişt re, dê ew îmzeyên ku hatine komkirin, ji Walîtiya Şirnexê û Gerînendeya Karên Daristanan werin şandin.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24