Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hişyariya ‘koda zer û porteqalî’: Baran, bahoz û gubara tozê tê

Rêveberiya Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 26 bajaran koda zer û porteqalî weşand. Li gelek parêzgehên Tirkiyeyê û bajarên Bakurê Kurdistanê wekî Wan, Colemêrg, Sêrt, Bidlîs û Şirnexê hişyariya lehiyê, bahoza xurt û gerîna tozê hat kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî daxuyaniya dawî ya Meteorolojiyê, piştî hewaya germ, herêm dikeve bin bandora sîstemeke sar û bi baran. Tê payîn ku baranên bi birûsk û bahoz dê li gelek deveran jiyanê asteng bikin. Li gel vê hewayê bager û hênkayeke berçav ber bi zêdebûnê ve diçe. Li bajarên Bakurê Kurdistanê yên mîna Wan, Colemêrg, Sêrt, Şirnex û li herêmên dorhêla Bidlîsê bahozeke pir xurt tê payîn ku leza wê carinan dê bigihîje 80-90 kîlomitreyan. Herwiha li van parêzgehan û li seranserê herêmê metirsiya gerîna tozê heye û ji bilî Şirnexê li hemû bajaran baranên bi birûsk dê bibarin.

Li aliyê Tirkiyeyê jî, ji bo bajarên mîna Samsun û Orduyê "koda porteqalî" ya herî bilind hat ragihandin, ji ber ku li wir metirsiya lehiyên mezin û hezazê heye. Li bajarên din ên wekî Edene, Antalya, herêma Deryaya Reş û Anadoliya Navîn jî baranên xurt û koda zer di meriyetê de ne. Rayedaran ji bo rûdana rûxandina banan, ketina daran, lehiyê û astengiyên di çûnûhatinê de hişyariyên tund dan sîvîlan da ku tevdîrên xwe bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye