Başûrê Iraqê bi deştên xwe yên çiravê tên zanîn ku li vir xwedî kirina gamêşa çandekî dîrokî ye. Lê belê ji ber guherîna av hewayê û polîtîkayên dewletan êdî çirav zûha dibin û gamêş ji ber bêaviyê dimirin.
Li gor nûçeya AFP li herêmê her sal hişkesalî zêdetir giran dibe û hejmara gameşan jî kêmtir dibe.
Gavanek ji AFP re diaxive û dibêje: "Hişkesalî berê salek du sal didomiya û piştre av dihat, lê ev pênç salin av nîne."
Çiravên ku Qada Mirateya Cîhanî Ya UNESCO ye niha zivirîye çolistanekî derizî. Ji sala 1933'yan ve sala herî hişk ya Iraqê îsal bû, di mehên havînê de gelek caran germahî 50 santîgratî derbas kir.
Her çiqasî bandora germahiya cihanî li ser hişk bûna çiravan hebê jî bandorekî din ya hişk bûna çiravan jî polîtîkayên dewletên Îran û Tirkiyê ne. Bendavên ku her dû dewlet li ser çemên Dicle û Firatê çêdikin dibe sedema bêav mayîna herêmê.
Xwedî kirina gamêşan karekî zehmete. Di mehên havînê de gameş herî kêm 14 seatan pêwîste di nav avê de bimînin û dehan lître av vexwin.
Lê ji ber ku rêjeya herîkîna avê qels bûye, av nikare xwe biguhere. ji ber ku av xwe naguherê bi demê re şor dibe û ev dibe sedema nexweşîyan.
Ji ber sedema nexweşî û kêm bûna avê zehmetiyên xwedî kirina gamêşan jî zêde dibe û yên gavaniyê re dikarin debara xwe bikin her ku diçe kêmtir dibe.
Li gor daneyan hejmara gameşan di sala 1974'an de 309 hezar bû lê 2000'î de ev hejmar daketiye 40 hezarî.
A niha jî ji ber şert û mercên dijwar nifşên nû ji bo karibin debara xwe bikin berê xwe didin karên cûda. Li vê herêmê dibê kû pêşerojek nêz de ev çanda qedîm ji holê rabe.