KNK: Parastina jîngehê erkê me ye

Komîsyona Jîngehê ya KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî polîtîkayên qirkirina xweza û civakê ya rejîma Îranê şermazer kir û ji bo parastina jîngehê bang li gel kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîsyona Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di destpêkê de ji malbatên jîngehparêz ên ku di şewatê de jiyana xwe ji dest dan, sersaxî xwest. 

 

KNK: Xemsariya desthilatê hember xwezayê neheqî ye

 

Komîsyonê diyar kir ku rejîma Komara Îslamî ya Îranê ne tenê bi awayekî sîstematîk jîngeha Rojhilatê Kurdistanê talan dike, di heman demê de tu hewldanek ji bo parastina wê nîşan nedaye. 

Her wiha destnîşan kir ku ev xemsarî wek neheqiyekê tê dîtin û jîngeh ji bo rûbirûbûna gelê Kurd veguherandiye çekekî.

 

KNK: Ji bo parastina jîngeha xwe têbikoşin

 

Komîsyona Jîngehê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê  tekez kir ku heta ev şewat dewam bikin, ew ê ji bo parastina jîngehê bixebitin û bang li gel kir ku di vê xebatê de destek bidin da ku fişarek li Komara Islamî ya Îranê bibe.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24