KCK: Divê dewlet ji bo şewatan lêpirsîn bide destpêkirin

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê bi daxuyaniyekê şewatên daristanên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, polîtîkayên dewletê yên talankirina xwezayê û xemsariyê wê rexne kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Komîteya Ekolojiyê diyar kir ku li Tirkiye û Kurdistanê her roj şewateke nû ya daristanan û komkujiyeke nû ya xwezayê rû didin û di encamê de ew berdelên giran didin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku rayedarên hikumetê li xwe mikûr hatine ku ji bo vemirandina agir tiştek nekirine û tenê lê temaşe kirine.

Komîteya KCK'ê destnîşan kir ku ew nikarin can û daristanên xwe radestî dewleta Tirkiyê bikin, di demekê de ku ekelojiyê qir dike û got: " Divê ev polîtîkayên rantê û xemsariya dewletê were eşkerekirin û hesab jê were xwestin."

Komîteya Ekolojiyê ya KCK’ê di dawiyê de bang li gel kir ku nirxên xwe yên hevbeş, ava xwe, axa xwe û daristanên xwe biparêzin.

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye