Di salên dawî de, li gelek deverên Kurdistanê, di nav de bajarê Şirnex, Colemêrg bi taybetî li Bedlîsê, bi hinceta "ewlehiyê", rastî birrîna daran hatine, ji bo ku dar careke din şîn nebin, kokên wan jî bi makîneyên kar tên derxistin, ev yek di nav niştecihên herêmê de pirsan çêdike ku armancên rastîn ên li pişt vê wêrankirinê, derdixe holê.
Li Bakurê Kurdistanê şewata daristanan zêde bûye
Li Bedlîsê, %40 ji daristanan bi hinceta "ewlehiyê" hatine birrîn, gundî dibêjin tevî qedexeya fermî jî, dewletê destûr da şîrketên mezin ku dest bi birrîna daran bikin, .
Li gelek bajarên Kurdistanê wekî Şirnex, Colemêrg û Bedlîs, şewata daristanan û birrîna daran zêde bûye, bi makîneyên pêşketî rehên wan ji kokê ve tên rakirin.
Di bin çavdêriya leşkeran de dar tên birîn
Birrîna daran ji sala 2018an de, li Şîzanê dest pê kir û ber bi gundên cîran ve berfireh bû, quntarên çiyayan bi erdê ve hatin hilweşandin û rêyên nû ji bo makîneyên şîrketan hatin vekirin.
Di salên destpêkê de, di bin çavdêriya leşkeran, dar hatin birîn. Li gorî gundiyan, şîrketên li herêmê dixebitin gotine: "Hûn çiqas zêde daran bibirrin, ewqas dê pere bigirin.”
DEM Partî hewl dide rê li ber birîna daran bigire
Motor ranawestin, Piştî ku parlementerên DEM Partiyê ev mijar bi Meclîsê, Mudîriyeta Daristanê ya Bajêr li çend qadan birîna daran qedexe kir jî, Lê mudîriyeta ku berê destûr dabû û niha jî qedexeyê radigihîne, nikare birîna şîrketan rawestîne û di bin çavdêriya dewletê de, trafîk qut dibin û bi şev û roj dar tên birrîn.
Idrîs Turgut yek ji niştecihên gundê Şêx Cûma ye, dibêje:" Êdî dar tune ne, ewlehî tune ye û ji bilî dorpêçkirina bi têlan, em nikarin erdên xwe biparêzin".