Li Endonezya volkana Lewotobi Laki-Laki careke din teqiya

Li Endonezyayê, Volkana Lewotobi Laki-Laki ya Girava Flores careke din teqiya û rayedaran banga hişyarî dan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa Volkanolojiyê ya Neteweyî ragihand ku volkan, ji şeva sêşemê û vir ve diteqe û ji ber dijwarbûna teqînê volkan qasî 1584 metreyî bilind bû.

Li gorî Ajansa Volkanolojiyê, dû û duxan bi deh kîlometreyî ji devê volkan, bilind bû.

Li aliyeke din, Serokê Ajansa Volkanolojiyê ya Neteweyî  Muhammed Wafid, bang li şêniyên herêmê û tûrîstan kir ku bi qasî 6 kîlometreyî, ji Volkaneyê dûrkevin.

 

Muhammed Wafid got:

" Dibe ku ji ber teqîna volkanê, lehiyên ji nişka ve çêbibin, ji ber vê yekê, divê gel baldar be.”

Rayedaran destnîşan kirin ku dibe bilindbûna xweliyê bandoreke neyînî li trafîka hewayî bike, lewma  Balafirgeha Maumere ku bi 60 kîlometreyî nêzî volkan e, geşta balafiran bi demkî rawestand.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye