Li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê berf bariya

Di meha Nîsanê de li bajarên weke Wan, Colemêrg û Şirnexê berf bariya. Ev yek jî herî zêde bandoreke neyînî li zevî û darên fêkiyan kir. Ji ber sermayê hat gotin ku darên weke mişmiş, sêv û gûzan jî şewitîne. Dîsa hat ragihandin ku li Wanê rêya 93 gundan ji ber berfê hatiye girtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê di meha Nîsanê de li çend bajar û navçeyên herêma Serhedê, ev du roj in berfeke zêde dibare û ev yek metirsiya sermayê bi xwe re anî.

Berfa ku dibare pileya sermayê dixe û kulîlkên daran diweşîne.

Ev berfa ku piştî “bihara xapînok” tê, hevsengiya jiyanê li herêmên bilind serûbin dike.

Li bajarê Wanê, ji ber ku asta wê ji deryayê bilind e û xwedî avhewayeke hişk e, barîna berfê ya di meha nîsanê de bandoreke rasterast û kûr li ser jiyana bajêr dike.

Xetereya li ser kulîlkên biharê

Li Wan û navçeyên wê, di van rojan de piraniya darên fêkî kulîlk vedabûn û bi kulîlkên spî hatibûn xemilandin.

Barîna berfê ya di vê demê de, bandoreke neyînî li ser kulîlkên darên mişmiş, sêv û gûzan kir, ji ber berfê kulîkên van daran şewitîn.

Ji ber ku kulîlkên daran di dema biharê de li hember sermayê pir nazik in, kêmbûna pileya germê dibe sedema “şewitîna kulîlkan” û ev yek jî dibe ku bibe sedema kêmbûna berhema îsal.

Bandora berfê ya neyînî li ser jiyanê

Berfa ku li navenda bajêr û navçeyan bariya bi bandor bû, bandoreke neyînî li ser jiyana rojane kir.

Welatî û ajokar di trafîkê de bi zehmetiyên mezin re rû bi rû man.

Li Wanê rêyên 93 gundan ji ber berfa zêde hatine girtin û şaredariyên herêmê ji bo vekirina rêyan di nava hewldanan de ne.

Li gorî daneyên meteorolojiyê, ev barîna berfê tenê ji bo îro ye û xuya dibe ku sibe dê bandora xwe winda bike.

Ne tenê Herêma Serhedê, lê li navçeya Geverê ya Colemêrgê, li navçeya Elkê ya Sêrtê û li bajarê Şirnexê jî ji ber barîna zêde ya berfê her der spî bû.

Hat ragihandin ku ji ber barîna berfê welatiyan li van deverên navborî di çûn û hatinê de zehmetî kişandin.

Hin deverên wekî devera Rûbarê Zengilleyê ya Elkê jî ji ber berfê rêyên wê hatine girtin, û xebatên vekirina rêyan didomin.

Di dema xebatên vekirina rêyan de tunelên dirêj ên berfê çêbûne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye