Teqîna Volkanî li Îtalyayê: Ji bo Etnayê Alarma Sor Hate Dayîn, Balafirgeha Katanyayê Hate Rawestandin

Volkana Etna ya li Girava Sîcîlyayê car din bi tundî şiyar bû; ji ber dûman û xwelîya zêde alarma sor a herî bilind hate ragihandin û geştên balafiran li herêmê hatin rawestandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Geşedana volkanê û alarma sor

li çiyayê Etna ku wekî volkana herî aktîf a parzemîna Ewropayê tê pejirandin, liv û tevgera volkanik gihîşt asteke xeternak.

Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojî ya Neteweyî ya Îtalyayê (INGV) ragihand ku çiya di mîqdareke zêde de xwelî, dûman û kevirên sor (lav) avêtiye dervan. Ji ber xetereya mezin a li ser esmên, ji bo balafiran hişyariya "alarma sor" hate dayîn.

Herikîna lavê û bandora li ser balafirgehê

Teqînên herî dijwar li ser bacên Etnayê yên di bilindahiya 2750 - 2360 metre de pêk hatin. Ev teqîn dibin sedem ku qadên lafê yên pir berfireh li ser rûyê çiyê çêbibin.Ji ber ku ewrên xweliyê dîtina li ser esmên asteng dikin, rayedaran neçar man ku piştî nîvro geştên li Balafirgeha Katanyayê bi demkî rawestînin da ku ewlehiya geştan biparêzin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye